Perxudres Podcast
Ömer Faruk Baran
0
A podcast in Kurmanji Kurdish focusing on art, culture, and literature. The host explores topics related to these fields, possibly including discussions, readings, or interviews. The podcast mentions support via Patreon and provides an email contact for outreach. It is distributed through Anchor/Spotify.
Epizode
-
#487. Hidûd: Enqere-Diyarbekir-Erîvan 21.10.2026 4min⛔️🎧Ermenistanê serxwebûna dewleta xwe sala 1991ê ragihand. Tirkîye ji wan dewletên pêşî bû ku serxwebûna Ermenistanê hema qebûl kir, nas kir. Sala 1993yan piştî Ermenistan ket Qarabaxê, Tirkîyê hidûdê xwe yê bi vê dewletê ra girt. Bi vê girtinê ra di mabêna Enqere û Yêrêvanê da danûstandinên dîplomatîk û ticareta rasterast sekinîn. Nîsana 2005an Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji Serokomarê Ermenistanê Robert Koçeryan ra mektûbek şand. Mektûb bo normalkirina danûstandinên Tirkîye û Ermenistanê gavek bû. Di mektûbê da Recep Tayyîp Erdogan ji Robert Koçeryan ra gotibû ew dikarin ser meseleyên sala 1915an komîsyonekê çêkin. Dûra sala 2008an di mabêna Tirkîye û Ermenistanê da di ser futbolê ra dîplomasîyek çêbû. Serokomarê Tirkîyê Abullah Gül çû Yêrêvanê, maça taqimên milî yên her du dewletan sêr kir. Piştî Ermenistanê serxwebûna xwe îlan kiribû, ji Tirkîyê meqamê serokomarîyê cara pêşî çûbû Yêrêvanê. Serokomarê Ermenistanê Serj Sarkisyan jî sala 2009an hat li Bursayê maç sêr kir. Tirkîyê û Ermenistanê eynî salê li Zurîhê bi protokolekê li hev kirin ku dîyalog û danûstandinê pêşve bibin, lê vê heyecanê pir neajot, mesele li şûna xwe sekinî. Hidûda girtî ancax Sibata 2023yan, piştî deprema li Tirkîyê vebû. Ermenistanê berê ji vê hidûdê yardimên xwe, dûra jî bo sersaxîyê dîplomatên xwe şandin. Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan sala 2023yan li merasîma sondxwarinê ya Recep Tayyîp Erdogan hazir bû. Eylûla 2025an heyeteka Tirkîyê ji hidûd bi meş derbazî hêla Ermenistanê bû û danûstandin hinekî din pêşve çûn. Bi van danûstandinan, bi vê rewşê, çaverê ye li ber e ku hidûdê Ermenistan û Tirkîyê tam vebe. Adem Bulutê li Tirkîyê bi karên xwe yên modern-artê tê naskirin û bi awayekî profesyonel rêberîya tûr û turîstan dike jiber ku hidûdê Tirkîye û Ermenistanê heta niha jî girtiye, mişterîyên xwe di ser Gurcistanê ra dibe Ermenistanê. Rêber Adem di paketeka Qasima 2026an da gerok û geştîyaran ji Diyarbekir bi otobusê dibe Yêrêvanê û tevî vegerê bo tûra 3 şevan û 4 rojan 450 dolar distîne. “Tûra me erzan e, eger derîyê Tirkîye û Ermenistanê vebe, em ê hîn erzantir û hîn zûtir herin werin’’ dibêje Rêber Adem. Li hêlekê Tirkîye, li hêlekê Ermenistan, jiber ku mişterîyên wî yên potansîyel Kurd in, Rêber Adem plan programa gerê li gor Kurdan çêdike û wan dibe Radyoya Yêrêvanê jî. Dengê wê radyoyê wan salên Kurdî li Tirkîyê tam yasax bû ji Ermenistanê serbest derbazî erdên Tirkîyê dibû û milet mîna tiştekî miqedes be li ber rûnişt lê guhdarî dikir. Loma, loma miletê Kurd bi kêfekê ser Radyoya Yêrêvanê digot ‘’Gazeteya bêhidûd..’’ Hidûd.. Fotografa li qapaxê: Geştîyar TurîzmEN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗www.patreon.com/perxudrespodcastTR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!🔗www.patreon.com/perxudrespodcastKU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗www.patreon.com/perxudrespodcast -
#486. Li Welatê Arnawidan Ar Dibare 20.10.2026 3min🔥🎧Payîz 2026, Ewrupa bi pêla protestoyên gêncan dikele. Pêşengîya protestoyan gêncên jenerasyona Zyê dikin. Li Fransa, Belçîka, Îtalya, Portekîz, Îspanya, Yunanistan, Awistirya û li welatê Arnawidan, li Albanya milet tevî van gêncan dadikeve meydanan. Protester û polîs, li Tîrana paytexta Arnawidan ew demek e her ro du ro diajon ser hev. Di destê protesteran da kevir û molotof kokteyl hene, di destê polîsan da bi mudaxaleyên sert av û gaz. Bi yekdengî, protester dixwazin ku serokwezîrê welêt Edi Ramayê çar dewr in hikûmran e, ji kar vekişe, îstîfa bike. Lê Edi Rama dibêje aktorên derva protesteran sor û germ dikin, dibêje destê dewletên din di van protestoyan da heye û îstîfayê red dike. Medyaya Arnawidan ragihand ku Edi Rama ji dostê xwe yê li Enqerê, ji Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan destek xwestiye.Di xeberan da tevî fotografên delîl in tê gotin ku Recep Tayyip Erdogan ji Edi Rama ra du TOMA, du wesayîtên mudaxaleyê şandine. Vîdeoyên li ser sosyal medyayê raber dikin ku TOMAyên Tirkîyê li Tîranê dest bi mudaxaleyan kirine. Gêncên li welatê Arnawidan ser mesrefên xwendinê, ser nebûna îş û kar û ser bertîl û perexwarina hikûmetê protestoyan dikin. Hereketa Flamîngoyan jî di protestoyan da destekê dide gêncan. Ew hereket navê xwe ji flamîngoyên li hêla Adrîyatîkê distîne. Projeyeka turîzmê dixwaze Vlora ya li ber Adrîyatîkê, merkezeka tehtîlê çêke. Hereketa Flamîngoyan dibêje ew proje wê zirarê bide heyata flamîngoyên li Adrîyatîkê û dixwaze projeyê bisekinîne.Fotograf: Leonardo Vph🔗Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî tu jî ji vê lînka Patreonê destekê bide ku weşana wê nesekine, dewam bike. Mebêje pir e, mebêje hindik e, her destek bo me pir mezin û bi qîmet e. -
#485. Parîsa Rewşen û Ronahîyê Ketiye Teng û Tarîyê | Kurdish Podcast 19.10.2026 5min🎧Dinê alem careka din ser protestoyên li Fransayê xeber dide. Ji Parîsê heta Marsîlyayê li gelek bajarên Fransayê, bi sed hezaran kes bo protestoyan dadikevin meydanan. Li meydanan, protester û polîs car caran tên hember hev û meseleyên şidetê çêdibin. Hinek protesterên maske li ser rûyên wan, li Parîsê dikan talan kirin, li Lyonê daîreyeka turîzmê, li Limojê bînayeka beledîyê hat şewitandin. Baş e, çi ye derdê wetandaşên Fransayê, çi dixwazin û rêber û rayederên dewletê ser protestoyan çi dibêjin, çi tevdîrê digerînin? Li Ewrupayê yek ji ekonomîyên mezin Fransa ye, bes li vî welatî kultûra protestoyê jî geş û şên e û kokên wê heta sala 1789an, heta wê sala şoreş û îhtîlalê jî diçe. Karker û rêncber, sendîka, gêncên li lîse û unîversîteyan dixwînin dema xizmetên dewleta xwe naecibînin bi protestoyan dadikevin meydanan. Salên dawî li Fransayê ser bac û xeracên dewletê, ser xizmetên xerab, ser bihabûna heyatê gelek protesto çêbûn. Eylûla 2026an li Parîsê gêncên lîseyan ser problemên sîstema xwendinê dest bi protestoyan kirin. Gênc dibêjin mekteb di halekî xerab da ne, mamoste kêm in û sinif qelebalix in.Tesîra protestoyên li Parîsê di demeka kin da gihîşt bajarên din jî. Sendîkayan destek dan protestoyan û bi sed hezaran kes daketin meydanan. Xêncî mamosteyan, kal û pîrên karkenar, ewên emeklî jî di van protestoyan da destek dan gêncan. Bi van protestoyan Hereketa Êlegzeran careka din rabû. Hereketa Êlegzeran sala 2018an di wan meş û mîtîngan da, ku ser bihabûna heyatê û nebûna edaletê bûn, bi destê milet çêbûbû. Sendîka dibêjin heyat li Fransayê pir biha bûye û milet ji ber bac û xeracan nikare îdare û debara xwe bike, rêber û rayedarên dewletê jî dibêjin ne tenê li Fransayê, li dinê her derê rewş wisa ye.Di protestoyên pêşî yên payîza 2026an da, destê gêncekî 15 salî qut bû û bi vê yekê girjîya li Fransayê hîn jî gur bû. Polîsan heta niha ji protestoyan bi hezaran kes desteser kirine.Serokomarê Fransayê Emmaneula Macron ser gurbûna protestoyan, talankirina dikanan, şewitandina daîreyên dewletê, got, Fransiz çawa dikarin tiştên wisa li Fransayê bikin? Wezîrên hikûmetê jiber protestoyan çepa radikal sûcdar dikin û dibêjin li çend bajaran kontrol ji destê polîsan derketiye, polîs li ber protesteran kêm mane. Ji wezîran, wezîrê karên hindur Laurent Nunez ser vê rewşê xwest îstîfa bike, ji kar vekişe, lê Emmanuel Macron ew îstîfa qebûl nekir. Wetandaşên Fransayê dikê Nîsan û Gulana 2027an jibo hilbijartina serokomarîyê herin sindoqan. Emmaneul Macron du dewran serokomarê Fransayê bû û qanûnên welêt rê nadin ku ew cara sisêyan jî bibe namzed.Anketên dawî raber dikin ku Marine Le Pen a radîkal rast tê hesibandin li pêş e. Le Pen ya bi gotinên xwe yên dijî koçberan tê naskirin hilbijartina sala 2012an di tûra yekê da, sala 2017 û sala 2022yan jî di tûra duduyan da der dabû. Di anketan da li rêza duduyan Jean-Luc Mélenchon heye, ew jî radîkal çep tê hesibandin. Emmanuel Macron ser protestoyên dawî dibêje, Jean-Luc Mélenchon milet manîpule dike, protestoyan sor û gur dike. Jean-Luc Mélenchon di sê hilbijartinên dawî da jî bû namzed, lê ti carî nema tûra duduyan. Wer tê xanê ku Fransaya ronahî û rewşenê, ketiye dewreka teng û tarî. Hinek gêncên nû radibin, dibêjin, ne çep ne jî rast, serok, sîyaset, parlamento ji milet pir dûr ketine, ji milet pir dûr dikevin. Eger sîstem çare dermanekî nebîne, dewr û dûzeneka nû destpê neke, çep be jî sîyaset rast be jî, wer tê xanê ku wê protesto hîn pir dewam bikin.Fotograf: Robin Jehl🔗Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî tu jî ji vê lînka Patreonê destekê bide ku weşana wê nesekine, dewam bike. Mebêje pir e, mebêje hindik e, her destek bo me pir mezin û bi qîmet e. -
#484. Mektûba Guhdar Birûskovîç: Paradoksa Darê 19.10.2026 2min✉️🎧Di van demên dawîn da ez li darên tik û tenê rast têm; darên li orta erdan tik û tenê. Ew darên tik û tenê hem xeman diavêjin dilê min, hem jî carinan hizûrê didin min. A rast jiber ku ez însanekî depresîf-realîst im, bi wan daran zêdetir xem li dilê min dikeve. ''Darên tik û tenê'' dibêjim, ''mîna me, mîna me bi hezaran kesan.''Carinan jî dibêjim ‘’Çi manzareyeka xweş bi dareka tik û tenê..’’ Dar tesîreka paradoksî li min dike: ''Çi xweşik e, li ser xwe ye, li ber xwe dide'', dibêjim, lê dibêjim, ''çiqas tik û tenê ye..''Ma jîyan bi xwe ne paradoksek e? Ma ne jibo mirinek hebe, pêşî hebûnek lazim e? Ma fîzîk jî nabêje pozîtîf û negatîf hevdu dikişînin? Berê darên ewqas tik û tenê tunebûn li dora me. Di nav erdên sor da, di nav ew erdên bi bereket da gelek dar hebûn. Teknolojî pêş ket û makîneyên fantastîk derketin. Mîna gur bikeve nav pez, însan bi wan makîneyên fantastîk ketin nav wan daran û ew kuştin. Di van demên dawîn da her gava ku ez dareka tik û tenê dibînim, piçekî disekinim li ber û paşê diçim ji wir, tiştek dimire ji min, tiştek ji min dimir..Guhdar BirûskovîçFotografa li qapaxê: Guhdar Birûskovîç*** 🔗Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji vê podcastê hez dikî tu jî ji vê lînka Patreonê destekê bide ku weşana wê nesekine, dewam bike. Mebêje pir e, mebêje hindik e, her destek bo me pir mezin û bi qîmet e. -
#483. Serhildan Z. 17.10.2026 2minTarîxa Fransayê bi protestoyên welatîyan dagirtî ye. Welatîyên vî welatê Ewrupa çi gava ji xizmetên dewletê ne razî bin radibin dadikevin meydanan. Payîz 2026, li Fransayê bi deh hezaran gêncên li lîseyan dixwînin, jiber mektebên xizmetxerab bend û barîyer danîn pêş wan û dest bi protestoyan kirin. Gênc dibêjin şertên fîzîkî yên mekteban berbad inî sinif qelebalix in, mamoste kêm in û dibêjin meclîs û hikûmet û dewlet tiştekî nakin. Bihara 1968an li Parîsa paytexta Fransayê gêncan dîsa jibo başkirina rewşên mekteban dest bi protestoyan kiribûn.Piştî protestoyên gêncan, îşçî û karker jî rabûbûn destek dabûn wan û grevên mezin çêbûbûn û vê rewşê tesîr li dinê kiribû. Di protestoyên payîza 2026an da Hereketa Êlegzeran jî destek da gêncan. Hereketa Êlegzeran sala 2018an da di protestoyên dijî bac û xeracan da çêbûbû.Ew hereket, îcar jî jiber bihabûna heyatê û enflasyonê bi gêncan ra daketiye meydanan. Rêberên hereketê dibêjin dewlet ji zengînan ne, ji feqîr û xizan û perîşanan bac û xeracê distîne. Jiber ku Serokomarê Fransa Emmanuel Macron baceka ser xwedîyên serwetên mezin rakiriye, leqeba wî bûye ‘’serokê zengînan’’ Zanayên ekonomîyê dibêjin li Fransayê ti carî însanên ewqas zengîn çênebûbûn, lê dibêjin li vî welatî gelek însan jî nikarin îdare û debara xwe bikin. Liberte, egalite, fraternite, slogana milî ya Fransa ye, azadî, wekhevî û biratî. Payîza 2026an bi sed hezaran welatîyên Fransayê bi hîsên biratîyê li hev kom bûne, bi heq, hêrs û herba azadîyê jiber bihabûna heyatê li protestoyan dibêjin wekhevî nemaye. EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗www.patreon.com/perxudrespodcastTR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!🔗www.patreon.com/perxudrespodcastKU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗www.patreon.com/perxudrespodcast -
#482. Kürtçe Ezan 15.10.2026 3minGazeteya Starê sala 2011an bi xeberekê ragihandiye ku li Sirûcê azan bi Kurdî tê xwendin. Vê gazeteyê xebera xwe sipartiye gotinên rayedarên BDPê ku ew partî sala 2026an teqabulî DEM Partîya pro-Kurd dike. Welatîyên li ser xeta BDPê, bi banga partîyê li gelek bajarên Tirkîyê, nimêjên Înê, ne li camîyên di bin kontrola dewletê da, lê li çadir û meydanan bi awayekî alternatîf kirine. Xebera ser azana bi Kurdî jî ji van nimêjan derketiye û deng daye. Her çiqas BDPê bi merkeza xwe bi meqamên bilind gotiye xebera Gazeteya Starê şaş û derew e jî meseleya azana bi Kurdî mezin bûye û ketiye guh devê Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan. Di mîtîngeka Erziromê da, Recep Tayyîp Erdogan gotiye BDP azanê bi Kurdî xwendin dide û bi CHP ya bi sekna xwe ya sekuler tê naskirin azana bi Tirkî bi bîr xistiye. Rêberê CHPê û cumhurîyeta Tirkîyê Mustafa Kemal Atatürk sala 1932yan bi qanûnekê emir daye ku êdî azan bi Tirkî were xwendin. Vê qanûna hêrsa Misilmanên dîndar rakiriye, heta 1950î, heta Demokrat Partiya bi rêberîya Adnan Menderes hatiye îqtidarê, dewam kiriye û Tirkîye ji wê salê pê ve vegerîyaye ser azana bi Erebî. Gazeteya Starê di xebera xwe da bi Kurdîyeka herfên wê şaş azana bi Kurdî nivîsîye. Xwedê mezin e Bêyî wî ti Xwedê tune Mihemed şandîyê Xwedê ye Werin nimêjê, werin rihetiyê Xwedê mezin eMedyakar Ahmet Hakan, Hezîrana 2011an di Gazeteya Hürriyetê da dibêje, min meraq kir, min li ser û binê înternetê nihêrî, lê min qeydeka azana bi Kurdî nedî. Ahmet Hakan dibêje kîjan guneheka hîn mezin e, azana bi Kurdî yan dereweka ser azanê, tevî ku nexwendine jî bêjî azana bi Kurdî xwendine..Sosoyologê serê sedsala 20an, Ziya Gökalpê Diyarbekirî navê wê Wetan di şiîreka xwe da mealen dibêje, welatek wer ku li camîyên wê azan tê xwendin bi Tirkî, çi xweş fehm dike mehneya diayên nimêjan gundî.. Ew azan, ewa li şûna Allahûekber Allahûkeberê, Tanrı uludur Tanrı uludur bû. EN: Perxudres Podcast is supported by its listeners. To help us keep going support us via Patreon. No strings attached - cancel whenever you like. Many thanks! 🔗www.patreon.com/perxudrespodcastTR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!🔗www.patreon.com/perxudrespodcastKU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗www.patreon.com/perxudrespodcast -
#481. 25 Sal AK Parti û Recep Tayyip Erdoğan 11.10.2026 4minDi vê xelekê da çîroka avabûna AK Partiyê û rêberîya Recep Tayyip Erdogan heye. Fotografa li qapaxê: Recep Tayyip Erdogan avabûna AK Partiyê radigihîne, 2001. -
#480. Mektûba Guhdar Birûskovîç: Ji Bîra Min Naçe 10.10.2026 2min✉️ Di vê xelekê da Guhdar Birûskovîç bi mektûbekê dide dû wê topa ji bîra wî naçe. 👉TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!🔗www.patreon.com/perxudrespodcast👉KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗www.patreon.com/perxudrespodcastAdresa mektûban: [email protected] -
#479. Mektûba Guhdar Penaber: Mirineka Berî Mirinê 09.10.2026 5min✉️ Di vê xelekê da Guhdar Penaber bi mektûbekê li heyata xwe ya nû dinêre, li 6 salîya xwe. Fotografa li qapaxê: Guhdar Penaber👉TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!🔗www.patreon.com/perxudrespodcast👉KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗www.patreon.com/perxudrespodcastAdresa mektûban: [email protected] -
#478. Obsesyon, Depresyon, Koleksîyon | Amadekar: Kevok Memedyan 08.10.2026 5minKevok Memedyan di vê xelekê da li pey nexweşîyên rihî dikeve. Tu jî dikarî ser mijar û meseleyên tu jê hez dikî xelekên podcastê hazir bikî û ji me ra bişînî. - Berî tu dest bi hazirkirina xeleka xwe bikî bi me bişêwire, em ê destekê bidin te - Perxudres Podcast platforma guhdarên xwe ye. Kontakt: [email protected] -
#477. Mektûba Guhdar Rihan: Keça Bavê Xwe 06.10.2026 3min📌Di vê xelekê da Guhdar Rihan li mala xwe li hezkirinê digere. Resima li qapaxê: Camille Pissarro (1830–1903)👉TR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!🔗www.patreon.com/perxudrespodcast👉KU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗www.patreon.com/perxudrespodcastAdresa mektûban: [email protected] -
#476. Mektûba Guhdar D.: Ez û Celal û Dîniktîya Me 05.10.2026 7minDi vê xelekê da Guhdar D. bi mektûbekê li xwe, li porê xwe, li Celalê li serê sibê li rê dinêre, tevî stranekê. Fotografa li qapaxê: Guhdar D. Muzîka li dawîya xelekê, ji arşîva Can TV hatiye girtin. -
#475. Li Bîra Zarotîyê Xewnerasta Doktor Rodî | Amadekar: Hêvîgeş Bêrtî 05.10.2026 5minHêvîgeş Bêrtî di vê xelekê da bi bîra xwe li dû şev û şiîrên bi Doktor Rodî dikeve. Fotografa li qapaxê: Doktor Rodî, salên 1970î, ji arşîva Ferzan Berîtan. Tu jî dikarî ser mijar û meseleyên tu jê hez dikî xelekên podcastê hazir bikî û ji me ra bişînî. - Berî tu dest bi hazirkirina xeleka xwe bikî bi me bişêwire, em ê destekê bidin te - Perxudres Podcast platforma guhdarên xwe ye. Kontakt: [email protected] -
#474. Eylûl 2026: 79 Destekçî - 535 Dolar 04.10.2026 2min📌Lînka Destekê: 🔗www.patreon.com/perxudrespodcast🎶 Stran: Hîvî -
#473. Mektûba Guhdar S.A.: Bo Keçikên Min Hezkirinek 01.10.2026 2minDi vê xelekê da Guhdar S.A. bi mektûbekê yeksalîya keçikên xwe yên cêwî pîroz dike û dilê bavekî raber dike. Foto: Destên keçikên Guhdar S.A. 🔗www.patreon.com/perxudrespodcastTR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!🔗www.patreon.com/perxudrespodcastKU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗www.patreon.com/perxudrespodcastAdresa mektûban: [email protected] -
#472. Çima Supermanekî Me Tune? | Amadekar: Kevok Memedyan 30.09.2026 5minKevok Memedyan di vê xelekê da bi gazinc behsa nebûna edebîyat û sînemaya me ya fantastîk dike. Tu jî dikarî ser mijar û meseleyên tu jê hez dikî xelekên podcastê hazir bikî û ji me ra bişînî. - Berî tu dest bi hazirkirina xeleka xwe bikî bi me bişêwire, em ê destekê bidin te - Perxudres Podcast platforma guhdarên xwe ye. Kontakt: [email protected] -
#471. Mektûba Guhdar Ş.: Nêzîk Dûr Mirin | Kurdish Podcast 28.09.2026 4minDi vê xelekê da Guhdar Ş. bi mektûbekê li mirinê, li zewacê, li heyatê dinêre. 🔗www.patreon.com/perxudrespodcastTR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!🔗www.patreon.com/perxudrespodcastKU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗www.patreon.com/perxudrespodcastAdresa mektûban: [email protected] -
#470. Me Çi Xwend Çi Nexwend Çi Xwend Çi Nexwend | Kurdish Podcast 25.09.2026 12minDi vê xelekê da bi kitabeka Fahriye Adsayê hazir kiriye tecrûbeyên xwendinê hene. 🔗www.patreon.com/perxudrespodcastTR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!🔗www.patreon.com/perxudrespodcastKU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗www.patreon.com/perxudrespodcastAdresa mektûban: [email protected] -
#469. Assala Xwe Kir Kevoka Şamê | Kurdish Podcast 20.09.2026 3minDi vi xelekê da Assala piştî 15 salan ji Misirê vedigere Sûrîyê û konserekê dide. -
#468. Mektûba Guhdar QWXWX: Sal û Zeman û Xem 17.09.2026 3minDi vê xelekê da Guhdar QWXWX. -bo me jî xwendina navê wî zor bû - bi mektûbekê li sal û zeman û xeman dinêre. Resima li qapaxê: Vincent van Gogh🔗www.patreon.com/perxudrespodcastTR: Perxudres Podcast dinleyicilerinin destekleriyle yayınını südürmektedir. Bağımsız Kürtçe podcastimizin yayınlarını beğeniyorsan sen de sürdürebilirliği için Patreon'dan destek ver. İstediğin zaman desteklerini durdurabilirsin. Müteşekkiriz!🔗www.patreon.com/perxudrespodcastKU: Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu vê podcasta serbixwe diecibînî bo domdarîya weşana wê tu jî ji Patreonê destekê bide. Dilê te çi wext xwest tu dikarî destekên xwe bisekinînî. Sax bî, mala te ava! 🔗www.patreon.com/perxudrespodcastAdresa mektûban: [email protected]
Priljubljen v
Ta podkast je tudi v lestvicah podkastov teh držav.